AMED - 6 siyasetmedarên ku roja 8ê Hezîranê li Amedê hatibûn desteserkirin hinceta “endamtiya PKKyê” ji aliyÊ dadgehê hatin girtin.

Li Xarpêtê herî kêm 300 karkerî dest bi grevê kir Li Xarpêtê herî kêm 300 karkerî dest bi grevê kir

Li Amedê 8ê Hezîranê Hevserokê berê yê Şaredariya Erxeniyê û Hevserokê Partiya Însan û Azadiyê (PÎA) Ahmet Kaya, alîkarên berê yên Şaredariya Erxeniyê Gulistan Polat, Esverî Malkoç û Cavîdan Yaman, Ramazan Kartalmiş û Fesîh Yalçin ji ber çalakî û daxuyaniyên di navbera 2014-2019an de bi hinceta “endamtiya PKKyê” hatibûn deseteserkirin.

Dadgeha Amedê bi hinceta “endamtiya PKKyê” derbarê 6 kesan de biryara girtinê da û ew şandin girtîgehê.

Li gor îdiaya dadgehê, siyasetmedarên Kurd “li ser daxwaza PKKyê çalakî kirine û daxuyanî dane medyayê.”

Kaynak: Amed Times