AMED -  Li bendêye li Amedê bihayê çûnhatinê zêde bibe. Tê payîn ku heqreya xwendekaran bibe 12 lîre, yên tam jî bibe 20 lîre.

Navenda Koordînasyona Veguhestinê (UKOME) ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li ser daxwaza zêdekirinê yaa ajokarên Amedê heta niha birayek nedeye. 

Ajokarên li bajêr ji şaredariyê daxwaz dikin ku heqê çûnûhatinê ji sedî 50 bê zêdekirin. 

Lê li ser mijarê ji şaredariyê heta niha daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn. Nîqaşên dê gelo heqê çûnûhatinê çiqas bê zêdekirin germahiya xwe diparêze.  

Eger çûnûhatinê ji sedî 50 bê zêdekirin: 

Di mînîbusan (dolmûsan) de bihaya çûnûhatinê ya xwendekaran ji 12 lîreyan bû 20 lireyî.

ji bo otobusên Şaredariya Bajarê Mezin û Otobusên Giştî yên Taybet jî bihaya çûnûhatinê ya xwendekaran ji 8 lîreyan bû 15 lireyî.

Li Xarpêtê herî kêm 300 karkerî dest bi grevê kir Li Xarpêtê herî kêm 300 karkerî dest bi grevê kir

Kaynak: Navenda Nûçeyan