KURDÎ

HezKurd ji EBAyê daxwaza dersên Kurdî kir

Hereketa Zimanê Kurdî (HezKurd) bi daxwaznameyekî ji Wezareta Perwerdehiyê ya Tirkiyeyê daxwaz kir ku di xizmetên Tora dijital a Perwerdehiyê (EBA TV) de zimanê kurdî jî cih bigire.

Abone Ol

Amed-Çalakî û xebatên ji bo ku li Tirkiyeyê zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehî û xizmetên bi zimanê kurdî bên pejirandin berdewam dikin.  Hez-Kurdê jî bi daxwaznameya “Di EBA TV’de destpêkirina dersên Kurdî daxwaza min e” serî li Wezareta Perwerdehiyê ya Tirkîyeyê da.,

Serokê HezKurdê Suphî Ozgen ji Amed Timesê re ragihand ku wan wek HezKurd, di 22ê Gulanê de daxwaznameyê dane rayedarên perwerdehiyê. 

Rêvebirên HezKurdê balê dikşînin ku li ser EBAyê cihdayîna dersên Kurdî mijareke girîng e û bang û daxwaz ji welatiyan jî dikin ku ew jî vê daxwazê bikin û li vê daxwazê xwedî derbikevin.