AMED -   Di Çemê Dicleyê da piştî mirina masiyên bi komî, li hin deverên çemê vê carê jî mirîşkên kovî bi  mirî hate dîtin.

Wênekêş Mehmet Masum Suerî yê ku  jiyana xwezayî û ekolojîk a li derdora Çemê Dîcleyê û baxçeyên Hevselê dişopîne di vê serdana xwe de li ber çemî rastî termê 4 çêçikên mirîşkên kovî hatiye.

Wênekêş Suer di dawiya hefteyê de çûbû wêneyê mirîşkên kovî û çêçikên wan ên nûbûyî bikişîne. Lê belê li heman herêmê li kêleka çemî rastî termê 4 çêçikên mirişkên kovî hatiye.

Mehmet Masum Suer, diyar kir ku dema wî termê çiçikê ewil dîtiye, fikiriye ku ji aliyê kesekî ve hatiye kuştin, lê dema ku li heman herêmê termê 4 çêçikên nêzî hev dîtine ew matmayî bûye û gelekî xemgîn bûye. 

Amedtımes-310

"Ji kerema xwe re jingehê paqij bikin"

Li Xarpêtê herî kêm 300 karkerî dest bi grevê kir Li Xarpêtê herî kêm 300 karkerî dest bi grevê kir

Ciwanê bi navê Ramazan Yilmaz ê ku ji bo masîgiriyê çûbû qeraxa çem, diyar kir ku dema çiçikên kovî yê mirî dîtine gelekî xemgîn bûye û bang li raya giştî kir ku çemê Dîcle, baxçeyên Hevselê û bi giştî jîngehê paqij bikin. Ramazan Yilmaz got, “Ji kerema xwe çem û jîngehê qirêj nekin. Binêrin ka çopê ku hûn diavêjin dibe sedema çi."

Serokê Beşa Biyolojiyê ya Fakulteya Zanistê ya Zanîngeha Dîcleyê Prof. Dr. Ahmet Kiliç jî diyar dike ku piraniya çopê bi eslê xwe plastîk in û jiyana ajalên di Çemê Dîcleyê de di bin metirsiyê de.

Kaynak: Amed Times