AMED - Li bajarê Amedê ku germahiya hewayê giştîye 37 dereceyan zarokên Surê xwe di ava Anzeleyê de hênik dikin.

Bi hatina havînê ra li Anzeleyê jî xirecir û keyfxweşiya zarokan jî dest pê kiriye.

Hinek zarok tevî cilên xwe ne û hinek zarokan jî xwe tazî kirine û hema xwe davêjin nava avê. 

Zarok ji ber germa li bajêr xwe davêjin hewza avê ya li Parka Anzeleyê. Zarokan parkê tijî kirin hewl didin ku hênik bibin û wextê xwe xweş derbas bikin.

Zarokên ku bi malbatên xwe ra hatin parkê pıştî ku xwe di avê da hênik kirin, pişt re li betonê dirêj kirin û xwe dan ber tavê.

Anzeleamedtımes

Diroka Anzeleyê 

Tê gotin ku heya salên 1950an, Anzele yek ji sê çavkaniyên avê yên girîng ên bajêr bûye.

Di demên qedîm de ev av li derdora taxa Derîyê Mêrdîna Amedê digere û ji cihê ku çermê heywanan lê tê çêkirin (Dabaxaneye) derbas dibe. Navê wê avê jî “Heram” bûye. 

Li Amedê di navbera du malbatan da şer derket: Birîndar hene Li Amedê di navbera du malbatan da şer derket: Birîndar hene

Sala 1978an bi ser kanîyê da beton tê rijandin û kanî tê texrîbkirin. Piştî 36 salan, 2014an bi hewildanên Şaredarîya Bajarê Mezîn e Amedê kanî cardin derketiye meydanê û ava wê ya bi bereket hê jî diherike.

Anzele niha, aşên avî digerine, baxçeyên dîrokî yên Hewselê av dide û şîn dike, dibe çengek li çemê Dîjleyê zêde dibe.

Kaynak: AA