AMED -Ofîsa Serokwezîra Danîmarkayê ragihand ku Serokwezîr Frederîksen li Meydana Kultorvet a Kopenhagê rastî êrîşa kesekî hatiye.

Hilbijartinên Îranê: Gelo namzetê bi kurdi axivî dê bikaribe bi ser bikeve? Hilbijartinên Îranê: Gelo namzetê bi kurdi axivî dê bikaribe bi ser bikeve?

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku êrîşkar hatiye binçavkirin.

Her wiha hat ragihandin ku di dema êrişê de Serokwezîr Frederîksen matmayî maye, lê der barê gumanbarê ku çawa êrîş kiriye û Serokwezîr birîndar bûye an na agahî nehatiye bekavkirin.

Her wiha rayedarên Yekîtiya Ewropayê (YE) êrîşa li dijî Serokwezîra Danîmarkayê Mette Frederîksen a li paytext Kopenhagê şermezar kirin û peyamên piştgiriyê parve kirin.

Kaynak: AA