KURDÎ

"70 helîkopterên agirvemirandinê hene lê yek ji wan jî ne li bajarên Kurdan in"

Serokê DTSOyê Mehmet Kaya diyar kir ku 70 balafir û helîkopterên agirvemirandinê di fîloya dewletê de hene lê yek ji wan jî ne li bajarên Kurdan e.

Abone Ol

AMED TIMES - Serokê DTSOyê Mehmet Kaya diyar kir ku 70 balafir û helîkopterên agirvemirandinê di fîloya dewletê de hene lê yek ji wan jî ne li bajarên Kurdan e.

20ê Hezîranê di navbera li gundên Çinar û Şemrexê de şewateke mezin çêbû û di encamê de 15 kesan canê xwe ji dest da û 80 kes birîndar bûn û xisareke gelekî mezin a madî çêbû

Nîqaşên li ser xemsarî û berpirsiyariyên agirê navçeya Şemrexa Mêrdînê û navçeya Çinarê ya Amedê berdewam dikin.

Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO) Mehmet Kaya behsa agirên van salên dawîn ên li Tirkiyeyê kir û  got:

“Di agirên van salên dawî yên li herêma me, Deryaya Spî û Egeyê derketine holê ku kêmasî di warên balafirên agir de heye. Helîkopter û balafirên ku hene têr nakin ku agir vemirînin.

Di agir û şewata Şemrex û Çinarê de ev rastî careke din derket holê.

Di fîloya Wezareta Çandinî û Daristanan de 70 balafir û helîkopterên agirvemirandinê hene lê temamiya wan helîkopteran ne li herêma me ne.

Di agirên dawî jî de derket holê ji asîman ve ti destêwerdan nehat kirin, ti mudaxale nehat kirin û hemahengiyek tunebû."

agirvemirandinê di fîloya dewletê de hene lê yek ji wan jî ne li bajarên Kurdan e.