AMED TIMES - Serokê DTSOyê Mehmet Kaya diyar kir ku 70 balafir û helîkopterên agirvemirandinê di fîloya dewletê de hene lê yek ji wan jî ne li bajarên Kurdan e.

20ê Hezîranê di navbera li gundên Çinar û Şemrexê de şewateke mezin çêbû û di encamê de 15 kesan canê xwe ji dest da û 80 kes birîndar bûn û xisareke gelekî mezin a madî çêbû

Nîqaşên li ser xemsarî û berpirsiyariyên agirê navçeya Şemrexa Mêrdînê û navçeya Çinarê ya Amedê berdewam dikin.

Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO) Mehmet Kaya behsa agirên van salên dawîn ên li Tirkiyeyê kir û  got:

“Di agirên van salên dawî yên li herêma me, Deryaya Spî û Egeyê derketine holê ku kêmasî di warên balafirên agir de heye. Helîkopter û balafirên ku hene têr nakin ku agir vemirînin.

Li Rihayê li kesên ku pirêze şewitandin 14 milyon lîre ceza hat birîn Li Rihayê li kesên ku pirêze şewitandin 14 milyon lîre ceza hat birîn

Di agir û şewata Şemrex û Çinarê de ev rastî careke din derket holê.

Di fîloya Wezareta Çandinî û Daristanan de 70 balafir û helîkopterên agirvemirandinê hene lê temamiya wan helîkopteran ne li herêma me ne.

Di agirên dawî jî de derket holê ji asîman ve ti destêwerdan nehat kirin, ti mudaxale nehat kirin û hemahengiyek tunebû."

agirvemirandinê di fîloya dewletê de hene lê yek ji wan jî ne li bajarên Kurdan e.

Kaynak: Rûdaw