KURDÎ

Serokê CHPyê Ozgur Ozel dê biçe Şamê

Alîkarê Serokê CHPyê Burhanettîn Bulut ragihand, Serokê Sûriyeyê Beşar Esed daxwaza serdana Serokê CHPê Ozgur Ozel qebûl kir.

Abone Ol

AMED TIMES-  Alîkarê Serokê CHPyê Burhanettîn Bulut ragihand, Serokê Sûriyeyê Beşar Esed daxwaza serdana Serokê CHPê Ozgur Ozel qebûl kir.

Alîkarê Serokê CHPyê Burhanettîn Bulut îro beşdarî bernameyeke televîzyonê bû û derbarê serdana Ozgur Ozel a Şamê axivî.

Burhanettîn Bulut ragihand ku bi rêveberiya Şamê re pêwendî kirine û ji bo serdana Şamê bersiveke erênî wergirtine.

Bulut pirsgirêka koçberên Sûriyeyî ya li Tirkiyeyê û Gora Silêman Şah a di bin serweriya Tirkiyeyê de bi bîr anî û got:

“Ozgur Ozel dê ji bo çareserkirina pirsgirêkan biçe Sûriyê.

Ji bo çareserkirina van pirsgirêkan bersiva me dan. Ji îro û pê de tenê dê asayîbûna şertan û cih û dema hevdîtinê bê axavtin.

Me daxwaza hevdîtinê kir û Şamê jî qebûl kir.”

Ozgur Ozel jî berî du hefteyan ragihand, dê meha Tîmehê biçe Sûriyeyê û bi Beşar Esed re bicive.

Ozel gotibû ku ew amade ye navbeynkariyê di navbera Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Sûriyeyê Beşar Esed de bike.