AMED TIMES-  Alîkarê Serokê CHPyê Burhanettîn Bulut ragihand, Serokê Sûriyeyê Beşar Esed daxwaza serdana Serokê CHPê Ozgur Ozel qebûl kir.

Alîkarê Serokê CHPyê Burhanettîn Bulut îro beşdarî bernameyeke televîzyonê bû û derbarê serdana Ozgur Ozel a Şamê axivî.

Burhanettîn Bulut ragihand ku bi rêveberiya Şamê re pêwendî kirine û ji bo serdana Şamê bersiveke erênî wergirtine.

Bulut pirsgirêka koçberên Sûriyeyî ya li Tirkiyeyê û Gora Silêman Şah a di bin serweriya Tirkiyeyê de bi bîr anî û got:

“Ozgur Ozel dê ji bo çareserkirina pirsgirêkan biçe Sûriyê.

Ji bo çareserkirina van pirsgirêkan bersiva me dan. Ji îro û pê de tenê dê asayîbûna şertan û cih û dema hevdîtinê bê axavtin.

Me daxwaza hevdîtinê kir û Şamê jî qebûl kir.”

Nijadperesatan li Wanê êrişî hişyariyên trafîqê yên bi Kurdî kirin Nijadperesatan li Wanê êrişî hişyariyên trafîqê yên bi Kurdî kirin

Ozgur Ozel jî berî du hefteyan ragihand, dê meha Tîmehê biçe Sûriyeyê û bi Beşar Esed re bicive.

Ozel gotibû ku ew amade ye navbeynkariyê di navbera Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Sûriyeyê Beşar Esed de bike.

Kaynak: Rûdaw