AMED TIMES- Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê, ji bo herêmên bilind ên bajarên Wan û Colemêrgê hişyariya hezazê da. Li bakurê welat bi hatina biharê berfa li çiyayan û herêmên bilind dihele. Di encamê de asta ava çem û rûbaran bilind dibe û bestên ku ziwa bûne careke din diherikin. Li aliyê din, Saziya Keşnasiyê ragihand ku tê çaverêkirin rojên pêncşem û înê li herêmên bilind ên Wan û Colemêrgê baran bibare. Saziya Keşnasiyê ji ber egera helîna berfa li herêmên bilind hişyariya hezazê da. Saziya Keşnasiyê herwiha ji welatiyan xwest ku tedbîrên pêwîst wergirin.