Li gor agahdariyên ku ji aliyê şaredariyê ve hatine ragihandin, dê li 6 ciyên cuda yên wek : li gel Nexweşxaneya Jinan a Dewletê, Nexweşxaneya Zaningeha Dicleyê, Nexweşxaneya Gazî Yaşargîl, li Parqa Koşûyolû û taxa Benûsenê, di navbera demjimêr 18:00 û 23:00an de, aşûre bê belav kirin. 

Diyarbakır'daki ekmek zammı bugünden itibaren yürürlükte: Peki ekmek ne kadar oldu? Diyarbakır'daki ekmek zammı bugünden itibaren yürürlükte: Peki ekmek ne kadar oldu?

Di daxuyaniya ku bi sernivîsa “Hemû gelê me vexwendî ye” de agahdarî bi vî rengî ne:

“Bi boneya Meha Muheremê em li bajarê xwe li 6 cihên cuda çalakiyên Aşûreyê li dar dixin. Di çalakiya ku 23ê Tîrmehê roja Sêşemê saet 18:00an de bi beşdariya hevşaredarên me Serra Bucak û Dogan Hatun bê lidarxistin, wê ji welatiyên me re serwîsa Aşûreyê bê kirin. Îkrama me, li hemû cihên belavkirinê saet 18.00 dest pê dike.”

Kaynak: HABER MERKEZİ