Li Amedê di navbera du malbatan da şer derket: Birîndar hene Li Amedê di navbera du malbatan da şer derket: Birîndar hene

AMED - Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê 59 karkerên ku di sala 2018an de bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê (KHK) de li şaredariyê hatibûn bicîhkirin, ji kar derxistiye.

Piştî ku di hilbijartinên 31ê Adarê de namzetên DEMê şaredariyan bidestve anîn, karkerên ku ji aliyê kayyım ve hatine girtin û bi KHKyan bûne karmend, ji kar tên derxistin û herî dawî jî 59 ji wan îro ji Şaredariya Mezin a Amedê hatin derxistin. 

Ji aliyê Şaredariya Mezin ve jî daxuyaniyekî li ser derxistina karmendan hat belav kirin û di wê daxuayniyê de wiha tê gotin:

“Hem îstîhdamkirina beriya hilbijartinên herêmî yên 31ê Adarê û hem jî dema qeyûman, îstîhdama hin karmendên ku zêde hatibûn wezîfedarkirin, di ser kapasîteyê re bûn, li gorî Giştînameya Tevdîrên Teserûfê ya Serokkomariyê ew karmend ji kar hatine derxistin û dê ew çavkanî ji bo xizmetên bajêrvanî û civakî bên bikaranîn."

Kaynak: Amed Times