AMED - Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di çarçoveya amadekirina Plana Stratejîk a 5 salan de bi vekirina standên li kolanan û anketên li ser torên civakî guh dide daxwazên gel.

Li gorî pêşniyar û daxwazên ku di encama xebatên ku bên kirin de hatine berhevkirin dê Plana Stratejîk a 5 salan bê amadekirin.

Di çarçoveya van xebatan de li gelek nuqteyên bajêr standan hatine vekkirin û hêviyên gel tê pirsîn.

Daxwaz bi rêya medyaya civakî jî tên wergirtin

Her wiha lêkolîneke anketê ya bi navê "Bandor û feraseta xizmetên li ser civakê" amade kir.

Anket ji bo ku li ser malpera Şaredariya Amedê û hesabên medyaya civakî bigihîje her kesî hate çêkirin. 

Welatî dikarin ji lînka jêrîn xwe bigihînin anketê:

Ozgur Ozel: Ez dê herim Şamê Ozgur Ozel: Ez dê herim Şamê

https://www.diyarbakir.bel.tr/anket

Kaynak: Amed Times