Hilbijartinên Îranê: Gelo namzetê bi kurdi axivî dê bikaribe bi ser bikeve? Hilbijartinên Îranê: Gelo namzetê bi kurdi axivî dê bikaribe bi ser bikeve?

AMED TIMES - Serokatiya Daîreya Agirkujiyê ya Şardariya Bajarê Mezin a Amedê di Rapora xwe ya li ser şewata li Amed û Mêrdînê eşkere kir. 

Li gor wê raporê 15 kesan jiyana xwe ji dest dabûn de diyar kir ku şewat ji têlên ceyranê derketiye. 

Komîsyonê lêkolînên xwe yên li cihê herêmê ku 3 rojan berdewam kir, wek rapor amade kir. 

Di raporê de ev tişt hatin gotin: “Komîsyona Tespîtkirina Xesarê di raporê de anî ziman ku di lêkolînên berfireh ên herêma şewata li taxa Tobînî ya navçaye Çinarê derketiye de gihaştine encama ku agir ji çirûskên ceyranê yên ketine ser berhemên çandînî, derketiye. Hat diyarkirina ku Serokatiya Daîreya Agirkujiyê dê rapora xwe ya lêkolîna herêma bûyerê, bi Serdozgeriya Komarê re jî parve bike. 

Di raporê de hat diyarkirina ku li Tobîniyê 302 bizin û 622 pez mirine, hezar û 627 dekar zeviyên çandî, 10 dekarên qada şitilên fistikan, 2 traktor, 19 tesîsên avdaniyê, 4 trafoyên ceyranê, 2 mîbzer, 35 panelên ceyranê, makîneyekî kolanê, pulverîzatorek, 2 tangên gubreyê, 10 darên hinarê, belavkarekî gubereyê, 140 ton giha zirar dît. Her wiha hat gotin ku li taxa Bagacikê jî 2 tesîsên avdaniyê, 15 dekarên şitlên behîvê, li taxa herberê jî 42 taximên pergala avdaniyê şewitîn. 

Kaynak: Amed Times