KURDÎ

Şaredariya Amedê dest bi paqijiya Birçên dîrokî kiriye

Ekîbên paqijiyê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di sûrên dîrokî yên ku di Lîsteya Mîrateyên Çandî ya Cîhanê (UNESCO)de cih digirin dest bi xebatên paqijiyê kiriye.

Abone Ol

Amed-Ekîbên Reveberîya Parastin û Kontrola Jîngehê ya şaredariya Amedê di çarçoveya hemleya paqijiyê de li tevahiya bajêr xebatên xwe didomînin. Ekîb ji bo ku paqijiya sûrên dîrokî misoger bikin û turîstên xwecihî û biyanî bi hêsanî karibin serdana avahiya dîrokî bikin bi baldarî dixebitin.

Piştî xebatên paqijkirina hemû birc û ber bedenan, ekîb bi kontrolên bênavber guhdana hindê dike ku sûr û meydanan daîm paqij bihêle.