AMED - Şaredariya Amedê biryar girt ku dê mehê carekê betlaneya reglbûnê bide jinên xebatkar.

Li Xarpêtê herî kêm 300 karkerî dest bi grevê kir Li Xarpêtê herî kêm 300 karkerî dest bi grevê kir

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û TUM BEL-SENê Peymana Kar a Kolektîf (TÎS) îmzekirin. Li gor wê peyamane dê xebatkarên jin yên şardariyê mehane betlaneya reglbûnê bikarbînin.

Di çarçoveya wê peymanê de mafên civakî û aborî yên karmendan de guhertinên girîng hatin kirin. Peymana ku wê di navbera 1ê Hezîrana 2024 û 31ê Kanûna 2025an de derbasdar be, mafên berfireh ji karmendan re tîne.

Di peymanê de hat diyarkirin ku xebatkarên jin wê mehê rojekê betlaneya reglbûnê bistînin û xebatkarên ku di zewaca pirzewacî de ne dê ji peymanê sûd wernegirin.

Kaynak: Navenda Nûçeyan