AMED TIMES - Li Amedê di çarçoveya lêpirsîna bertîlê de Dadgeha Amedê derbarê Şaredarê berê yê navçeya Rezanê yê AK Partiyê Huseyin Beyoglu de biryara girtinê da û hat girtin.

Li 10emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê darizandina Şaredarê berê yê navçeya Rezanê Huseyin Beyoglu, alîkarê wî û karmendekî berdewam kir.

Dadgehê biryar da ku Huseyin Beyoglu bê girtin.

Piştî biryara dadgehê Huseyin Beyoglu hat girtin û ew şandin girtîgehê

Sala borî Beyoglu û 14 kesûkarên xwe hatibûn desteserkirin lê Beyoglu hatibû berdan û pêvajoya darizandinê berdewam dikir.

Beriya hefteyekê jî dest bi ser mal û milkê wan de hatibû girtin.

Amerîka: Ti pêwendiya me bi kuştina Heniye ve nîne Amerîka: Ti pêwendiya me bi kuştina Heniye ve nîne

Namzedê Şaredariya Navçeya Rezan ê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Zeyat Ceylan di hilbijartinên xwecihî yên 31ê Adara 2019an de ji sedî 71ê dengan bi dest xistibû.

Lê Lijneya Bilind a Hilbijartinan a Tirkiyeyê bi Biryarnameyeke Di Hikmê Qanûne (KHK) de mazbataya Ceylan nadabûyê û li şûna wî mazbata dabû berbijêrê AK Partiyê Huseyîn Beygolu ku bi rêjeya ji sedî 26 bûbû duyem.

Piştre navê Beyoglu bi wê yekê hatibû rojevê ku şaredariyê bi milyonan lîre kiribû bin deynan.

Kaynak: Amed Times