Amerîka: Ti pêwendiya me bi kuştina Heniye ve nîne Amerîka: Ti pêwendiya me bi kuştina Heniye ve nîne

AMED TIMES - Platforma Ciwanên Serbixwe li ser medyaa civakî ragihand ku  polisan bi ser navenda wan de girtiye û endamên wan Ferît Azadî hatiye desteserkirin.

Li ser mijarê Platforma Ciwanên Serbixwe li hesabê xwe yê Xê peyameke belavkir û wiha got:

"Polîsan îro serê sibê demjimêr 05:00an, avêtin ser navenda Platforma Ciwanên Serbixwe û çend malên endamên platformê û Ferîd Azad jî hat desteserkirin."

Endamê Platformê Evdirehîm Şêrwanî jî li ser tora civakî  Xê de parvekirinek wisa kir:

“Operasyon li PCS'ê hate kirin. demjimêrek berê avêtine ser malê û pirsa du hevalên  me kirin. Hevalê me  Ferîd Azad, Evîn Azad û Canfîda niha em xwe nagîhînine wan.”

PWK:  Divê demildest bên berdan

Ji aliyê din  Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) jî li ser mijarê daxuyaniyek da û operasyonê şermezar kir.  PWKê xwest rêvebir û endamên Platforma Ciwanên Serbixwe demildest bêne berdan.

Kaynak: Amed Times