KURDÎ

Piştî Wanê li Amedê hişyariyên trafîkê yên bi Kurdî hatin jêbirin

Piştî Wanê li Amedê jî hinek kes an kesan hişyariyên Kurdî yên trafîkê jê birin.

Abone Ol

AMED TIMES -Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê piştî ku 31ê Adarê ket destê DEM Partiyê, li ser hinek rê û cadeyên sereke yên Amedê ligel Tirkî hişyariyên bi Kurdî yên trafîkê “Pêşî Peya” û "Hêdî" jî hatibûn nivîsandin.

Li navçeya Rezan a Amedê, li Cadeya Gewranê nivîsa trafîkê ya “Pêşî Peya” û "Hêdî" ji aliyê hinek kes an kesan ve bi boyaxa reş jê hat birin.

Heta niha saziyên ewlehiyê û Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li ser bûyerê ti daxuyanî nedane.

Hefteya borî jî li Wanê hinek kes an kesan hişyariyên Kurdî yên trafîkê jêbiribûn û li şûna wan gotinên nijadperestî yên bi Tirkî nivîsandibûn.