KURDÎ

Partiya DEMê li Amedê biryara qeyûmê protesto kir

Tayînkirina qeyûmê a li Şaredariya Colemêrgê li Amedê hat protestokirin.

Abone Ol

AMED- Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş ji peywirê hate girtin û li şûna wî qeyûm hate tayînkirin. Tayînkirina qeyûm, li Amedê bi girseyî tê protestokirin.

Siyasetmedar û nûnerên rêxistinên civaka sivîl jî di nav de bi sedan kes li pêşiya Ceylan AVM ya li navçeya Peyasê hatin gel hev û biryara tayînkirina qeyûmê bi daxuyaniyekê protesto kirin.

Hevseroka Rêxisina Partiya DEMê ya Amedê Pinar Sakik di daxuyaniyê  got, ""Çawa ku li Wan û Hîlwanê em li îradeya xwe xwedî derketin û me rê neda faşîzmê, li Colemergê  em ê bi heman awayî rê nedin faşîzmê."