AMED TIMES - Meşa Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partiyê) ku 3yê vê mehê li dijî qeyûm dest pê kir, îro li Colemêrgê bi dawî dibe.

DEM Partiyê 3yê Tîrmeha 2024an li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê bi beşdariya Hevserokê DEM Partiyê û gelek parlamenter, berpirs, endaman meş dabû destpêkirin.

Beşdarên meşê dê demjimêr 13:00an li herêma Depinê ya Colemêrgê bên pêşwazîkirin.

Hatimogullari:Divê qeyûm demildest biçe

Amerîka: Ti pêwendiya me bi kuştina Heniye ve nîne Amerîka: Ti pêwendiya me bi kuştina Heniye ve nîne

Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatimogullariyê got:“Em ligel gelek hevalên xwe yên ji Tirkiye û Kurdistanê li vê derê meşa xwe ya li dijî qeyûm berdewam dikin.

Rêya me ber bi navenda Colemêrgê ve ye, em dê li wê derê jî peyamên xwe bi awayekî herî xurt bidin.

Divê qeyûm demildest biçe, kesên hatine hilbijartin şaredariyê bi rê ve bibin û rêz li îradeyê bê girtin.”

Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskin Bayindir jî tekez kir ku heta sîstema qeyûm bi dawî nebe dê çalakiyên xwe berdewam bikin.

3ê Hezîrana 2024an cara sêyem qeyûm li ser Şaredariya Colemêrgê hat danîn.

DEM Partî ji wê rojê ve li dijî biryara qeyûm li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dest bi çalakî û xwepêşandanan kiriye.

Yek ji wan xwepêşandan û çalakiyên nerazîbûnê “Meşa Rêzgirtina li Îradeyê" ye ku îro li navenda Colemêrgê demjimêr 16:00an bi daxuyaniya medyayê bi dawî dibe.

Kaynak: Rûdaw