AMED - Li navçeya Payîzava ya ser bi parêzgeha Wanê baranek dijwar barî û lehî rabû, av ket gelek malan û herwiha zeviyên çandiniyê dibin avê de man. Ji ber barana dijwar a ku duh bi şev bariya li navçeyê bû sedema lehiyê. Ji ber lehiyê av ket gelek malan û ziyanên madî çêbûn. Her wiha gelek zeviyên çandiniyê dibin avê de man û ziyaneke mezin gihişte cotkarên navçeyê. Hat zanîn ku tîmên şaredariyê dest bi pakkirina wan taxên dibin avê de mane kirine.