KURDÎ

Li Stenbolê xwendekarê biyanî rêveberê dibistanê kuşt

Abone Ol

AMED TIMES- Li navçeya Eyupsultanê ya Stenbolê xwendekarekî biyanî bi hinceta ku ew ji dibistanê avêtiyê, rêveberekî dibistanê da ber guleyan.

Bûyer îro li dibistaneke taybet a li navçeya Eyupsultanê ya Stenbolê çêbû.

Li gorî îdiayan, rêveberê dibistanê Îbrahîm Oktugan xwendekarê bi navê Y.K. ku bi eslê xwe ji Îraqê ye ji dibistanê avêt.

Li gorî zanyariyan, piştî ku ew xwendekar ji dibistanê hat avêtin, bi çekê çû dibistanê û di jora wî de 5 gule berdan Îbrahîm Oktugan û ew bi giranî birîndar kir.

Xwendekarê biyanî piştî bûyerê reviya.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê û wan rêveberê dibistanê bir nexweşxaneyê.

Lê tevî hewldanên bijîşkî jî rêveberê dibistanê li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.

Hat ragihandin ku xwendekarê ku gule li rêveberê dibistanê reşandine hatiye desteserkirin

Herwiha hêzên ewlehiyê 4 xwendekarên din ên dibistanê jî ji bo wergirtina karûbarên îfadeyê birin rêveberiya ewlehiyê.