KURDÎ

Li Sêweregê pevçûn : Mirî û birîndar hene!

Li navçeya Sêweregê di navbera du malbatan de şerê biçek derket. Di şer de kesekî jiyana xwe ji dest da û 5 kes jî birîndar bûn.

Abone Ol

AMED -  Li navçeya Sêweregê li bazara ajalan di navbera du malbatan de şerê bi çek derketiye. Di şer de kesekî jiyana xwe ji dest daye û 5 kes jî birîndar bûne. 

Hate îdiakirin ku şer di navbera du malbatên ku dijminê hev in de derketiye.

Tîmên tenduristiyê yên hatin cihê bûyerê piştî mudaxileya ewil tespîrkirin ku F.Y. jiyana xwe ji dest daye.

Hate zanîn ku têkiliya F.Y. yê jiyana xwe ji dest daye bi şer nîne û ji bo sewalekê bikire hatiye bazarê.

Birîndar bi ambûlansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Sêweregê. 

Di çarçoveya lêpirsîna têkildarî bûyerê hatiye destpêkirin de kesê bi navê R.Ç. hate desteserkirin.