AMED TIMES - Li navçeya Misircê ya  Sêrta zarokekî 4 salî di hewzeke biçûk a li ber pêşiya malê de xeniqî.

Li gorî zanyariyan li navçeya Misircê ya Sêrtê zarokê bi navê Omer P. li pêşiya mal xwe dilîst lê piştî demekê di hewza ku ji bo ciwaniyê li pêşiya malê hatibû çêkirin de nîvxeniqî hat dîtin.

Malbatê ew ji hewzê derxist û bir Nexweşxaneya Dewletê ya Misircê.

Li Erzuromê li 3 taxan lehî rabû: Zirarek mezin heye Li Erzuromê li 3 taxan lehî rabû: Zirarek mezin heye

Lê Omer tevî hewldanên bijîşkan li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.

Kaynak: Rûdaw