Li Amedê di navbera du malbatan da şer derket: Birîndar hene Li Amedê di navbera du malbatan da şer derket: Birîndar hene

AMED TIMES- Abîdeya tewqeyê û kevnenivîsa ku li Gergera navçeya Semsûrê hatin dîtin û tê nirxandin xwediyê dîrokeke bi qasî 2 hezar û 100 salî ne, dê li Bajarê Antîk ê Perreyê bên pêşandan.

Rêveberê Muzeyê yê Sêmsûrê Mehmet Alkan di daxuyaniya xwe ya ji bo rojnamevanan da bi bîr xist ku berhemên ku par li texma Kimildaxiya navçeya Gergerê hatin tesbîtkirin, bi helîkoptera eskerî ji ser zinar û latan ra veguhastine Bajarê Antîk ê Perreyê.

Alkan destnîşan kir ku ew kêlikên berhemên dîrokî piştî xebatên restorasyonê yên ku li wê derê hatin meşandin rakirine ser pê û got, "Me kêlik rakirin ser pê û me li ser qaîdeya wan dan rûniştandin. Em pêşkêşî nimayişa ziyaretvanan dikin."

Gundiyan dîtibû

Li gundê Onevlera ser bi navçeya Gergerê 26ê Îlona 2023yan gundiyan nêzîkî Kimildaxiyê peykerên rolyêf dîtin û xeber dan Rêveberiya Muzeyê ya Semsûrê. 

Ekîban piştî venihêrînê derxistin holê ku ew herêm qadeke kult (pîroz) e. Ekîban li qada navborî hinek kêlik dîtibûn ku di nava wan da rolyefeke tewqekirinê hebû. Ji ber ku ew dever zinar û lat bûn, berhemên dîrokî bi werîsan girêdabûn û bi helîkopterê veguhastibûn Bajarê Antîk ê Perreyê.

Kaynak: AA