Li Amedê bi hinceta govend û stranên Kurdî 5 kes hatin desteserkirin Li Amedê bi hinceta govend û stranên Kurdî 5 kes hatin desteserkirin

AMED - Li navçeya Sêweregê ya Rihayê ji ber ku bi kûçikekî re nexweşiya harbûnê hat dîtin li Taxa Sumakliyê karantîna hat ragihandin.

Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê ragihand ku li Sêweregê tîmên pêwendidar kuçikekî li kolanê bi gumana nexweşiya harbûnê pê re heye bir cihên ajelan. Paşê wî kuçikî canê xwe ji dest daye.

Piştî pişkînînê derketiye ku ew kûçik bi nexweşiya harbûnê ketiye û ji ber vê yekê li Taxa Sumakliyê qedexeya çûnûhatinê hatiye ragihandin.

Kaynak: Rûdaw