AMED TIMES--Îro li navenda bajarê Rihayê germahî gihîşt 42 pileyan.
Welatiyên ku ji germahî zêde bêzar bûn qesta Gola Masiyan a Rihayê û parkan kir da ku xwe honik bikin.
Saziya Keşnasiya Tirkiyeyê hişyarî dabû ku dê îro li piraniya Tirkiye û Bakurê Kurdistanê germahî 3 heta 7 pileyan ji dema asayî zêdetir bibe.
Herwiha ragihand ku dê li hinek parêzgehan germahî 40 pileyan derbas bike û hişyarî dabû xelkê ku xwe li hemberî pêşhatên neyînî yên hewaya germ biparêzin.
Li gorî Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê li hinek parêzgehên din ên Bakurê Kurdistanê germahî wiha ye:
Amed: 42°C
Dîlok: 40°C
Sêrt: 40°C
Wan: 30°C
Erzirom: 27°C
Qers: 27°C
Meletî: 37 °C
Sêwaz: 33°C