AMED - Encamên hilbijartina Parlamentoya Ewropayê (PE) duh bi şev li ser hatin eşkerekirin.

Di hilbijartina Parlementoya Ewropayê yên ku di 6-9ê Hezîranê de li 27 endamên Yekîtiya Ewropayê hatin kirin de, heta niha ji Almanya, Hollanda, Awistûrya, Yewnanîstan, Qibrisa Başûr, Bulgarîstan, Xirwatya, Malta, Fransa, Spanya, Danîmarka, Polonya, Portekîz, Romanya û Swêdê encamên nefermî hatin bidestxistin.

Li Awisturyayê Partiya Azadiyê ku partiyeke rastgir a radîkal e ji sedî 25,5ê dengan bi dest xistiye.

Di hilbijartina 2019an de rastgirên radîkal li wî welatî ji sedî 17,2ê dengan bidest xistibû. Di vê hilbijartinê de rêjeya dengên xwe zêdekirine û derketiye ji sedî 25,5an.

Her weha li PEyê hejmara kursiyên xwe ji 3yan derxistine 6an.

Hilbijartinên Îranê: Gelo namzetê bi kurdi axivî dê bikaribe bi ser bikeve? Hilbijartinên Îranê: Gelo namzetê bi kurdi axivî dê bikaribe bi ser bikeve?

Li Almanyayê Partiya Xiristiyanên Demokrat û Muhafazakar ji sedî 30,2yê dengan bi dest xistin.

Partiya Keska ku di koalîsyona hukumeta Almanyayê de ye li gorî hilbijartinên berê rêjeya dengên wan ji sedî 8,6 ketiye.

Hevkarê din ê hikûmetê SPD 1,9 pûan deng winda kir, Partiya Demokrat a Azad (FDP) jî 0,3 puan deng winda kir.

AfDyê tenê li eyaleta Thuringenê ji sedî 30,7 dengan bidestxist û partiya yekemîn.

Li Fransayê dê hilbijartinên pêşwext were lidarxistin

Li Fransayê Partiya Yekitiya Neteweyî (RN) ya rastgira tund bi ferqeke mezin bi rêjeya ji sedî 31,5 dengan bû yekemîn. Serokomarê Fransayê Macron piştî ku rastgirên radîkal li welatî wî bi rêjeyeke mezin ket pêşiyê, meclîsa heyî betal kir û biryara hilbijartinên giştî yên pêşwext da. 

Seroka Komîsyona YEyê Ursula von der Leyenê jî diyar kir ku encamên hilbijartinê peyama kesên ku Ewropayeke xurt dixwazin di piraniyê de ne.

Li gorî encamên ku kanala Rainews24ê a Îtalyayê parve kiriye, partiya Seroka Îtalyayê Giorgia Meloniyê ya rastgir, bi rêjeya ji sedî 27,7ê dengan bû yekemîn.

Kaynak: Bianet