KURDÎ

Li Erzuromê qeza: Otomobîl ji 5 metreyan ket, 3 kes mirin

Li navçeya Xoresanê ya parêzgeha Erziromê, otomobîlek ji bilindahiya 5 metreyan ket. 3 kes mirin ku 2 ji wan zarok in.

Abone Ol

AMED TIMES -  Li navçeya Xoresanê ya parêzgeha Erziromê, otomobîlek ji bilindahiya 5 metreyan ket. 3 kes mirin ku 2 ji wan zarok in.

Otomobîla ku ji navçeya Panosê ya Agiriyê diçû bajarê Çankiriyê yê Tirkiyeyê, saet 06:00an li Xoresanê ji kontrola ajokar derket û wer bû.

Di vê qezayê de Nabîzade Unal (9), Erve Tuana Unal (13) û Zeynep Uçar (45) mirin.

Elîf Zeynep Unal (11), Ebru Neva Uçar (13), Muhammed Furkan Uçar (22) û Sumeyra Unal (39) jî birîndar bûn.

Tîmên tenduristiyê birîndar veguhastin nexweşxaneyên li Erzirom û Xoresanê.