KURDÎ

Li Erzuromê li 3 taxan lehî rabû: Zirarek mezin heye

Li navçeya Oltiyê ya parêzgeha Erziromê ji ber barana zêde lehî rabû û di encamê de zerer gihîşt xanî, axûr û zeviyên çandiniyê.

Abone Ol

AMED TIMES-  Li gorî daxuyaniya Parêzgariya Erziromê, îro li 3 taxên navçeya Oltiyê ji ber baranê lehî rabû û bû sedema zererên madî.

Parêzgarê Erziromê Mustafa Çîftçî li gel tîmên AFADê çû cihê bûyerê û li ser rewşê lêkolîn da destpêkirin.

Li gor encamên lêkolînê, li sê taxan zerer gihîştiye 10 avahî, 15 axûr û hinek zeviyên çandiniyê.

Di çilê havînê de jî li çend parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê barîna baranê berdewam dike.