Li Îranê gera duyem ya hilbijartinê dest pê kir Li Îranê gera duyem ya hilbijartinê dest pê kir

Amed- Li Curnê Reşê jî xelk piştî 3 mehan ji bo dengdanê di seat  08:00ê sibehê de çûn ser sindoqan. Dengdan dê heta 17:00ê êvarê berdewam bike. 


Di hilbijartinên herêmî yên 31ê Adarê de li navçeya Curnê Reş a Rihayê, DEM Partiyê ji sedî 33,2yê dengan û AK Partiyê ji sedî 30,72yê dengan girtibû. Partîya Demê piştî 46 salan Şaredariya Hîlwanê bi dest xistibû. 


Piştî hejmartin bi dawî bû û rapora encamê hat nivîsandin hejmarek endam û alîgirên AK Partiyê 2 sindoq tevî dengan şewitandibûn.


Piştî wê jî li ser daxwaza AK Partiyê Komîsyona Hilbijartinê, hilbijartin betal kirin û biryar dabû ku hilbijartin di 2yê Hezîrana 2024an de bê dubarekirin.


Her wiha ne tenê li Curnê Reş li 6 navendan hilbijartinên herêmî tên dubarekirin. Tê çaverêkirin ku îro 58 hezar  û 259 dengder, li 312 sindoqan deng bidin.


Cihên ku dê 2ê Hezîrana 2024an hilbijartinên serokatiya şaredariyê bên kirin ev in:


Riha - Curnê Reş
Dêrsim - Mêzgir - Perî
Sêwaz - Norxan - Guneykaya
Aksaray - Guzelyurt
Kayseri - Pinarbaşi
Kirklareli - Luleburgaz- Buyukkariştiran
Aksaray - Saglik

Kaynak: İHA