KURDÎ

Li Çêrmûkê qeza: Kesek mir kesek jî birîndar bû

Li Çermûka navçeya Diyarbekirê pîqab û qamyon li hev qelibîn, kesek mir û kesek jî bîrîndar bû.

Abone Ol

AMED TIMES -  Li Çermûka navçeya Amedê pîqab û qamyon li hev qelibîn, kesek mir û kesek jî bîrîndar bû.

Qamyona bi plaqeya 21 EJ 360 ku M.Y. diajot li 20emîn kîlometroya rêbeja Çermûk-Sêweregê li pîqaba bi plaqeya 21 ES 808 ku O.Ç. diajot qelibî.

Di qezayê da ajokarê pîqabê O.Ç jiyana xwe ji dest da, ajokarê qamyonê jî birîndar bû.

Li ser îxbarê ekîbên tenduristî, îtfaiye û cendirmeyê sewqî cihê bûyerê kirin.

Ekîban M.Yê birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Çermûkê.