AMED TIMES- Li Amedê zilamê bi navê O.D. heman rojê li du cihên cuda bi demançeyê sê xwarziyên xwe birîndar kirin.

Li Taxa Turgut Ozalê ya navçeya Rezanê ya Amedê duh demjimêrên nîvro li ser rê di navbera O.D. û xwarziyê wî Umit A. de nîqaş derket.

O.D. bi demançeyê xwarziyê xwe birîndar kir.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.

Piştî Wanê li Amedê hişyariyên trafîkê yên bi Kurdî hatin jêbirin Piştî Wanê li Amedê hişyariyên trafîkê yên bi Kurdî hatin jêbirin

Tîmên tenduristiyê Umit A. veguhast Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattîn Eyyubiyê.

O.D. ji cihê bûyerê reviya û demjimêrên êvarî li Taxa Firat a navçeya Peyasê li hewşa avahiya ku tê de dijiyan bi demançeyê gule li xwarziya xwe Meral A. û xwarziyê xwe Mehmet A. reşandin û her du jî birîndar kirin.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çû cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê her du birîndar birin nexweşxaneyên cuda yên bajêr.

Hêzên ewlehiyê ji bo desteserkirina O.D. dest bi xebatê kir.

Hat zanîn ku mala O.D. û xwarziyên wî di heman avahiyê de ye.

Kaynak: AA