AMED TIMES -Li gorî zanyariyan îro li navçeya Bismilê ya Amedê otomobîlek ji kontrolê derketiye û wergeriya.
Di encamê de 5 kes birîndar bûn ku 3 ji wan zarok in.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û agirvemirandinê çûn cihê bûyerê.
Tîmên tenduristiyê birîndarên ku ji otomobîlê hatin derxistin birin Nexweşxaneya Dewletê ya Bismilê.
Rewşa tenduristiya wan di metirsiyê de ye.
Kaynak: Rûdaw