AMED - Li Amedê Konferansa 'Meseleya Kurd û Paşerojeke Çawa?' hat lidarxistin. Konferansa ku ji aliyê Kovara Dengê ve hat lidarxistin, bi 3 rûniştinên cuda hat birevebirin.

Konferans bi beşdariya siyasetmedar, rewşenbîr,  nivîskar, lêkolîner û nûnerên saziyên sivîl hat lidarxistin.  Di Konferansê de, mijara Kurd di nav demajoyê de, ji aliyê Kurdan û cîranên wan ve çewa hatine dîtin. Sedema ji maf û azadiyên xwe bêparmayina gel û civaka Kurd ji aliyê akademisyen û lêkolîneran ve hat nirxandin. 

Whatsapp Image 2024 06 01 At 21.41.46

Di konferansê de, nivîskar û lêkolîner Îsmaîl Bêşikçî jî da zanîn ku serpêhatiyên dîrokî nîşan daye ku biratiya olî yan jî biratiya gelan û têgehên din ji bo xapandina Kurdan hatine bikaranîn û hêj jî wisa tên bikaranîn. Loma jî divê Kurd paseroja xwe ne li ser biratiyan, lê li ser wekheviyê plan û daxwaz bikin ku çi mafên miletên din hene, ew jî bibe xwediyê wan mafan.

Kaynak: AMED TIMES