AMED TIMES  -- Li  Amedê welatiyekî bi demançeyê birayê xwe birîndar kir.

Li parkeke navçeya Peyasê ya Amedê  di navbera M.A. û birayê wî Ş.A. de ji ber sedemeke nehat zanîn nîqaş derket.

Di encama nîqaşê de Ş.A. bi demançeyê gule li birayê xwe M.A. reşandin û ew  birîndar kir.

Ş.A. piştî ku birayê xwe birîndar kir ji cihê bûyerê reviya.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û hêzên ewlehiyê çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê M.A. veguhest nexweşxaneyê.

Li Erzuromê li 3 taxan lehî rabû: Zirarek mezin heye Li Erzuromê li 3 taxan lehî rabû: Zirarek mezin heye

Hêzên ewlehiyê ji bo desteserkirina Ş.A. dest bi xebatê kir.

Kaynak: Amed Times