AMED TIMES -Li gundê Korîtê yê yê Farqînê doh êvarê ji ber şewitandina pirêzeyan şewat derket.

Li ser agahdarkirinê gundî û tîmên agirkujê yên şaredariya Farqînê çûn cihê agir.

Ji ber ku şewat di bin bandora bayê de mezin bû û belav bû, mudaxaleya tîmên agirkujên yên şaredariya farqînê  li hember şewatê têrê nekir.

Ji navçeyên Bismil û Hezroyê hêz şandin qada şewatê.

Şaredariya Farqînê jî li ser mijarê daxuyaniyek belav kir û tê de got:

“Li gundê Korîtê yê navçeya me, êvarê agireke mezin derket û tevî hewldanên giran ên gundiyan û tîmên agirkujê, li herêmeke fireh belav bû.

Di encama agir de, nêzîkî 2 hezar donim erd zirar dît.

Nijadperesatan li Wanê êrişî hişyariyên trafîqê yên bi Kurdî kirin Nijadperesatan li Wanê êrişî hişyariyên trafîqê yên bi Kurdî kirin

Hevserok Kadri Esen, endamên meclîsa şaredariyê û tîmên agirkujê bi lez gihîştin cihê bûyerê û mudaxaleyî agir kir.

Xebata hevaheng a berpirsiyaran di pêşîlêgirtina belavbûna zêdetir a agir de bandoreke erênî kir

Kaynak: Rûdaw