KURDÎ

Li Amedê 16 kesên êrişî Burger King û Starbucksê kiribûn hat desteserkirin

Li Amedê ji wan komên ku êrişî Burger King û Starbucksê kiribûn, 16 êrişkar hatin desteserkirin.

Abone Ol

 AMED  TIMES - Li Amedê ji wan komên ku êrişî Burger King û Starbucksê kiribûn, 16 êrişkar hatin desteserkirin.

Li Amedê şeva 22yê Hezîranê du koman di bin navê “protestkorina Îsraîlê” de êrişî dikana şaxa Starbuksê ya li ser Cadeya 75’ê ya Amedê û dikana şaxa Burger Kingê ya li navçeya Sûra Amedê kiribûn. Di êrişê de xesar gihîştibû dikanan. Wezareta Karên Navxweyî daxuyanî da û ragihand ku 16 kesên êrişkar hatine binçavkirin. 

Wezaretê diyar kir ku karûbarên binçavkirinê der barê 16 kesên êrişkar ku di nav her du koman de bûn, li Midûriyeta Polîsan a Amedê tên ragirtin. 

Wezaretê da zanîn ku tê payîn îro ew binçavkiriyên êrişkar bibin Serdozgeriya Komarê ya Amedê û îfadeyên wan bên girtin.