AMED  TIMES - Li Amedê ji wan komên ku êrişî Burger King û Starbucksê kiribûn, 16 êrişkar hatin desteserkirin.

Nijadperesatan li Wanê êrişî hişyariyên trafîqê yên bi Kurdî kirin Nijadperesatan li Wanê êrişî hişyariyên trafîqê yên bi Kurdî kirin

Li Amedê şeva 22yê Hezîranê du koman di bin navê “protestkorina Îsraîlê” de êrişî dikana şaxa Starbuksê ya li ser Cadeya 75’ê ya Amedê û dikana şaxa Burger Kingê ya li navçeya Sûra Amedê kiribûn. Di êrişê de xesar gihîştibû dikanan. Wezareta Karên Navxweyî daxuyanî da û ragihand ku 16 kesên êrişkar hatine binçavkirin. 

Wezaretê diyar kir ku karûbarên binçavkirinê der barê 16 kesên êrişkar ku di nav her du koman de bûn, li Midûriyeta Polîsan a Amedê tên ragirtin. 

Wezaretê da zanîn ku tê payîn îro ew binçavkiriyên êrişkar bibin Serdozgeriya Komarê ya Amedê û îfadeyên wan bên girtin. 

Kaynak: Amed Times