AMED TIMES - Li herêmê ji ber germahiya zêde û hewaya hişt agir bi zevîyên cotkaran dikeve. Piştî Amed, Mêrdin û Rihayê îcar jî li navçeya Panosê ya Agiriyê, agir bi erdên çandiniyê ketiye û giyayê cotkaran şewitîye. Li gundê Kûbikê yê Panosê ji ber serdemeke nediyar agir bi erdê çandiniyê ket. Di encamê vê şewatê de giyayê cotkaran ê dirûtî şewitî û zerareke zêde çêbû. Li ser agahdarkirinê tîmên agirvemirandinê çûn cihê şewatê û agir bi alîkariya gundiyan hat vemirandin. 20ê vê mehê jî di navbera navçeya Çinarê ya Amedê û navçeya Şemrexê ya Mêrdînê de şewateke mezin çêbû. Ew şewat bû sedema wefata 15 kesan û xisareke gelekî mezin a madî.