KURDÎ

Ji Geliyê Munzurê dengê efsûnî yê kemanê bilind bû

Ji Gelîya Munzurê ku her dem bi xwezaya xwe ya bêhempa bala xelkê dikişîne vê carê jı Geliyê dengê efsûnî yê kemanê bilind bû.

Abone Ol

AMED - Akademîsyen Ugur Çît ê ku li Dersîmê dijî ji bo balê bikişîne ser bedewiya Parka Neteweyî ya Geliyê Munzurê, di hawîrdora aram a Çemê Mûnzûrê de keman lêxist.

Çemê Mûnzûrê ku yek xwezaya bêhempa ya bajarê Dêrsîmê ye, ne tenê bi xwezaya xwe her wiha bi aramiya ku pêşkeşî mêvanên xwe dike mirovan sermest dike.

Di vê atmosfera bêhempa de ji Zanîngeha Munzurê Dr. Uğur Çit di nava ava hênik a çemî de  bi mûzika xwe  kêliyên ku nayê jibîrkirin pêşkêş kir.