AMED TIMES- Îro 15ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî ye. Îro 15ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî ye. Di 15ê Gulana 1932an de, bi pêşengiya rewşenbîr û zimannasê Kurd, Celadet Elî Bedirxan û tevî hevalên wî, Kovara Hawarê li bajarê Şamê bi tîpên Latînî hat derxistin. Girîngiya Kovara Hawarê Kovara Hawarê ji ziman, çand û nasnameyê bigire heta wêjeyê, di gelek mijar û qadên rewşenbîrî de qonaxeke nû vekir. Ji wê rojê ve 15ê Gulanê ji bo kurdan xwedî girîngiyekî mezin e û taybet e. 15ê Gulanê di sala 2006an de weke 'Roja Cejna Zimanê Kurdî' hat ragihandin 15ê Gulanê di sala 2006an de weke “Roja Cejna Zimanê Kurdî” hat ragihandin û neteweya Kurd jî ji sala 2007an ve her sal 15ê Gulanê weke 'Cejna Zimanê Kurdî' pîroz dikin. Di hemû şahî û çalakiyan de banga rakirina zext û astengiyên li ser zimanê kurdî, bi taybetî jî daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê tê dubarekirin.