AMED TIMES- Îro 15ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî ye. 

Îro 15ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî ye. 

Di 15ê Gulana 1932an de, bi pêşengiya rewşenbîr û zimannasê Kurd, Celadet Elî Bedirxan û tevî hevalên wî, Kovara Hawarê li bajarê Şamê bi tîpên Latînî hat derxistin. 

Girîngiya Kovara Hawarê 

Kovara Hawarê ji ziman, çand û nasnameyê bigire heta wêjeyê, di gelek mijar û qadên rewşenbîrî de qonaxeke nû vekir. 

Ji wê rojê ve 15ê Gulanê  ji bo kurdan xwedî girîngiyekî mezin e û taybet e.

15ê Gulanê di sala 2006an de weke 'Roja Cejna Zimanê Kurdî' hat ragihandin

15ê Gulanê di sala 2006an de weke “Roja Cejna Zimanê Kurdî” hat ragihandin û neteweya Kurd jî ji sala 2007an ve her sal 15ê Gulanê weke 'Cejna Zimanê Kurdî' pîroz dikin.

Di hemû şahî û çalakiyan de banga rakirina zext û astengiyên li ser zimanê kurdî, bi taybetî jî daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê tê dubarekirin.

Kaynak: NAVENDA NÛÇEYAN YA AMED TIMESÊ