AMED - Kêm bihîstin an jî kerbûyîna pitikan pirsgirêkeke ku mirov dikare çareser bike ye. Loma jî ji bo pêşîlêgirtin û kêmkirina seqetiya bihstinê, naskirina pitikan û zarokan mijareke girîng e. Pispor Dr. Aslankılıç li ser mijarê agahiyên girîng dide.

Zarok hêj ku di zikê dayika xwe de ne, di hefteya 18-20î de peşketina çêbûyîna guh destpê dike û ji hefteya 30î pê de jî wek me, bihîstin ango seh kirina wan pêş dikeve. 

Whatsapp Image 2024 03 23 At 12.57.21 (1)

Zarok piştî hefteya 30emin axaftina dayika xwe dibihîze û nas dike lê dengê kesên derdorê û yên bavê xwe nas nake.

Li Amedê di navbera du malbatan da şer derket: Birîndar hene Li Amedê di navbera du malbatan da şer derket: Birîndar hene

Li Tirkîyeyê ji sala 2004an û vir ve, dema ku zarok jidayîk dibin testa ceribandina bihîstina wan di roja 3emin de tê kirin. 

Li gor daneyan ji her hezar zarokan 3 zarok bi nexweşin ango pirsgirêka bihîstinê re rûbirû dibin. 

Piştî ji dayikbûnê pitik beriya ku ji nexweşnayê derkeve, testa bihîstinê, di roja  duyemîn an sêyemîn de, bi cihaza OAE (oto acoustic emission) tê kirin.

Îxtîmale ku encamên wan testan ne erenî derbikevin. Ji ber ku hin caran, ji ber rêçikê guh ji ava amniyon, veraşandin, dohnê spî yê ser çermê pitikan tê xitimandin û  ji ber wê jî sedî 40î testê wan nebaş derdikeve û pirsgirêka bihîstinê çê bibe. 

Di rewşên wiha de divê dayik bi aramî tev bigerin û piştî hefteyekê testa bihîstina zarokên xwe carekê din dubare bikin. Her wiha beriya ku test bê kirin heta 3 rojan divê serê zarokan neyê şûştin ku encameke rastirîn bê girtin.

Heger di cara sêyemîn da jî zarok testa bihîstinê derbas neke, pêwîst e ABR (AUDİTORY BRAİN STEM  RESPONS) bê çêkirin, hingî em dikarin fehm bikin ka zarok deng dibihîse yan na.

Ji aliyekî ve jî çêkirina ABRê faktorên bi rîsk dihewîne û divê em bi wê agahdariyê tevbigerin.

Prêmature, Kesên ku tedawiya zerika neonatal standin (dermankirina bi şewqê=fototerapî yan guhertina xwînê=exchange
Anomaliyê guh hebe
Demek dirêj di hûndirê camê (inkubatorê de ma bin û antibiyotik standibin)
heger pitikek dilê wî sekinîbe (arrest) û dîsa dil paşvegerîya be.
Bi cîhaza bêhnê hatibe girêdan (entubation)
Heger di testa ABR  de jî ma, pêwîst e bo navenda referansê bê şandin û lêkolîn û dermankirin çi cerrahî çi implant bi kêmahî beriya temenê 1 salî derbas bike, tedawiyên wan bê kirin.

Bi kurtahî, divê beriya temenê zarok bibe 3 meh windabûna bihîstinê bi teqez werê diyarkirin. Beriya 6 mehî divê pitik bi amûrekê were girêdan û perwerdehiya bihîstinê û axaftinê were destpêkirin.

Ger kêmbûna bihîstinê pir giran be, wê gavê pêwîst e implanta koklea bê sazkirin (amûrek e ku di temenê 6 mehî de bi emeliyatê di nav beşên hûndurîn ê guh de tê danîn)

Kaynak: Amedtimes