AMED - Rêveberîya Rojava biryar girtibû ku 11ê Hezîranê li cihê ku di bin kontrola wan de ye hilbijartinên şaredarîyan li dar bixin. Lê rêveberiyê ragihand ku wan hilbijartinan taloq kirine.

Biryara lidarxistina hilbijartinê  rastî nerazibûna rayedarên Tirkiyeyê hatibû û çendin çaran ev hatibû bilêvkirin.

Herwiha Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê jî ragihandibû ku “Mercên hilbijartinan li herêma bakur û rojhilatê Sûriyeyê nînin.”

Rêveberîya Xweser bi daxuyanîyeka nivîskî diyar kir ku hilbijartin ji ber “daxwaza partî û tifaqên sîyasî û bi armanca ku hilbijartin bi temamî bi awayekî demokratîk bên kirin” hatine taloqkirin.

Dê hilbijartin di tebaxa îsal de bên kirin lê di daxuyanîyê da roja hilbijartinan nehat dîyarkirin.

Hilbijartinên li Rojava beriya niha disa hatibû taloqkirin

Li Çewlîgê otobus qulibî: Birîndar hene Li Çewlîgê otobus qulibî: Birîndar hene

Hilbijartinên ku dihatin plankirin li Rojava bên kirin, beriya niha hatibûn taloqkirin. Hilbijartinên herêmî yên ku dihat plankirin di 30ê Gulanê de bên kirin, taloqî 11’ê Hezîranê hatibû kirin.

Kaynak: Rûdaw