KURDÎ

Heywanhezên ji Amedê bang kirin: Pêşnûmeqanûna bi xwîn paşve vekişînin

Komeleya Parastina Ajalan a Amedê bertek nîşanî pêşnûmeqanûna “kuştina” ajalan da û xwest ev pêşnûmeqanûn paşve were kişandin.

Abone Ol

AMED TIMES Komeleya Parastina Ajalan a Amedê bertek nîşanî pêşnûmeqanûna “kuştina” ajalan da û xwest ev pêşnûmeqanûn paşve were kişandin. 

Komeleya Parastina Ajalan a Amedê li Qada Deriyê Çiyê ya Sûr a Amedê têkildarî pêşnûmeqanûna wekî “kuştina” ajalan tê binavkirin daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de pankartên “Nezoyî bike, derzî bike, bike ku bijî” û “Li kolana min destê xwe nêzî bêgunhan neke” hatin hilgirtin.

Dilxwaza Komeleya Parastina Ajalan a Amedê Meryem Ercan di daxuyaniyê de wiha got: “Ey kesên ev pêşnûmeye amade kirin, heke ev keda ku hûn ji bo kuştina ajalan didin we ji bo cîbicîkiria qanûnan dabûna, niha her ajaleke bêxwedî di bin kontrolê de bûya.” 

Daxuyanî bi dirûşma “Qanûnê pavşe bikişîne” bi dawî bû.