KURDÎ

Geştîyar bo ger û seyranê berê xwe didin Munzurê

Çavî û Geliyê Mûnzûrê bi xwezaya xwe ya bêhempa her sal di germa havînê de navnîşaneke serdana ye. Xelkê deverê bi hatine havinê re berê xwe didin ava hênik ya Munzurê.

Abone Ol

AMED - Çavî û Geliyê Mûnzûrê bi xwezaya xwe ya bêhempa her sal di germa havînê de navnîşaneke serdana ye.

Bi hatina demsala havînê re li Amed û herêmê germahî derketiye asta herî jor. Xelkê deverê jî ji bo bêhna xwe vedin û wexteke xweş derbas bikin berê xwe didin bajarê Dêrsîmê.

Av a ku ji Çaviyên Mûnzûrê derdikeve, di geliyê Mûnzûrê de diherike û bi xwe re xweza û jîngeheke xweş û geş peyda dike. Ew xwezaya taybet a Dêrsîmê ji ber wek Parka Milî û Heremi di bin Parastinê de ye; ji aliyê nişteciyan ve jî baş hatiye parastin û di heman demê de wek dergahekî ye. 

Di demsala havînê de, nifûsa Dêrsîmê 3-4 qat zêde dibe û çavî û geliyê Mûnzûrê di serî de Dêrsîm dibe navnîşana geşt û serdanan.