AMED TIMES -   Serrokkomar Recep Tayyîp Erdogan diyar kir ku ew dikarin her kêliyê de Beşar Esed vexwînin Tirkiyeyê.

Erdoganê ku doh ji bo temaşekirina maça Holenda û Tirkiyeyê ya EURO 2024ê çûbû Almanyayê.

li ser rêya vegerê di balafirgehê de bersiv da pirsên rojnamegeran da. Erdogan li ser asayîkirina pêwendiyan Şam û Enqereyê wiha got:

“Em niha hatine wê astê eger, Beşar Esed di warê asayîkirina pêwendiyên Tirkiyeyê de gavekê bavêje em jî dê bi heman awayî nêzîkî wî bibin. Em berê bi Sûriyeyê re ne dijmin bûn, bi malbatî me û Beşar Esed hevdû didît.

"Em dê wî vexwînin"

Em dê wî vexwînin. Înşalah em dixwazin pêwendiyên Tirkiye û Sûriyeyê dîsa wekî berê bînin asteke baş.

Em dikarin her kêliyê Beşar Esed vexwînin. Helwesta birêz Putin ew e ku hevdîtin li Tirkiyeyê pêk were.

Li Colemêrgê 4 stranbêj hatin girtin Li Colemêrgê 4 stranbêj hatin girtin

Helwesta Serokwezîrê Îraqê jî di vî warî de heye.

Em li her deverê behsa navbeynkariyê dikin çima bi cîranên xwe re kesên li ser sînorên xwe re ew navbeynkariya me nebe?”

Esed: Divê rêz li serweriya me were girtin

Beriya bi demekê Serokê Sûriyeyê Beşar Esed jî eşkere kiribû ku bi şertê ku rêz li serweriya Sûriyeyê were girtin ew amade ne pêwendiyên xwe bi Tirkiyeyê re asayî bikin.

Kaynak: Rûdaw